Belediyemiz Kültür ve Sosyal İşler Müdürlüğü bünyesinde faaliyet yürüten, Beden Eğitimi ve Spor Yüksekokulu (BESYO) sınavlarına hazırlanan gençler, yoğun antrenman programını uzman antrenörler eşliğinde aralıksız sürdürüyor. Genç sporcular, aldıkları eğitimlerle sınava iddialı bir şekilde hazırlanıyor.
Eş Başkanımız Abdurrahim Durmuş, Beden Eğitimi ve Spor Yüksekokulu (BESYO) sınavlarına hazırlanan gençlerin çalışmalarını izledi. Gençlerle bir süre sohbet eden Başkan Durmuş, "BESYO; Spor Lisesi sınavlarına katılacak olan gençlerimize başarılar diliyor; eğitmenlerimize ve emeği geçenlere teşekkür ediyorum. Cizre Belediyesi olarak geleceğimize yön verecek olan gençlerimizin her zaman ve her şartta yanındayız."dedi.
Hevserokê me Abdurrahim Durmuş tevî endamên Meclisa me çû
serdana Xwendekarên BESYO û Lîseya Werzîşê.
Ciwanên ku di bin banê Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya
Şaredariya me de kar dikin û ji bo ezmûnên Dibistana Bilind a Perwerdehiya
Bedenî û Werzîşê (BESYO) amadehiyê dikin, bi alîkariya perwerdekarên pispor
bernameya xwe ya perwerdehiyê ya tîr berdewam dikin. Werzişvanên ciwan bi
perwerdehiya ku distînin bi azwerî xwe ji bo ezmûnê amade dikin.
Hevserokê me Abdurrahîm Durmuş li xebatên ciwanan ên ku ji bo
ezmûna Dibistana Perwerdehiya Bedenî û Werzîşê (BESYO) amade dikirin temaşe
kir. Hevşaredar Durmuş demekê bi ciwanan re sohbet kir û wiha got: "BESYO; Em
ji ciwanên xwe yên ku dê beşdarî ezmûnên Dibistana Bilind a Werzîşê bibin re
serkeftinê dixwazin; Ez spasiya mamosteyên me û beşdarvanan dikim. Em weke
Şaredariya Cizîrê di her kêliyê de û di bin her şert û mercî de li kêleka
ciwanên xwe yên ku dê pêşeroja me ava bikin de bin.